
Ejdehak! zîndanit qelaqelaye
Dîwarî konkirêt, dergay polaye
Ejdehak! kun bire, sexte zîndanit
Narûşê be birben bendî giranit!
Dilreqît her tawe çeşne sizaye
Bo bendîy xawen hoş dênête* kaye
Ejdehak! ey dêwî le «bîr» zirawçû
Ey naştay maranit be mêşk kirdû!
Ew mêşk tazaney zincîrit kirdûn
Le lêwî pêçalî merga ratgirtûn
Çaweryê fermanin le* rêy nehata
Bibrêne ber tenaf le nore û kata
Mêşkyan, amancyan, hîwa û taseyan
Le peta bitasê wek henaseyan!
Belam to, ejdehak! le helpey xorak
Natwanî bikewî bo marî napak
Her egrî, ekujî, edey le gerdin
Mêşk derxiward edey be marî newsin
Ta rojêk ebê ew xwêney be naheq riştit
Ew bîrey wat zanî êcgarî kuştit
Taw eden demarî tenûrî kawe*
Ew çekuşweşêney role kujrawe
Exroşê û ecoşê û komel yek exa
Her helsa û ebînî zîndanit rûxa!