
Le dûr hatûm cejin bikem
Cejnî newrozî kurd bikem
Têr têr bonî nêrgiz bikem
Cwan temaşay xêlan bikem
Le rêyekî zor dûrewe
Hatûm bo ew dîw şarezûr
Şad bim be rengî sewz û sûr
Be mosîqay çemî bexûr
Pir peroşim bo reşbelek
Bo zirmey pê û dengî zurna
Nyazim wa bû zû dest girim
Lew bezmeda pê helgirim
Bêzûm dekird be xendeyek
Bo emlawla maçkirdinêk
Boye hawar to le kwê bûy
Berastî dest le gerdinê
Her le şarezûr têperîm
Zor peşokam, henawim nema
Ejnom şeka, hîç hêzim nema
Xeyalim nema, newroz nema
Le xwar şaxewe girme hat
Dûkelêkî narincî hat
Pêş nîwero roj awa bû
Zor dûr narom
Hîç dûr narom
Le dîw zelim nizîk bamok
Her laşeye û lay laşeye
Be sedan laşeye
Her gulaleye û mil xwar dekat
Her nêrgize û bon kiroz dekat
Her sewzegyaye û reş debê
Her kanîye û wişk debê
Korpe û minal û pyawî pîr
Kîjole û kîj û daykî pîr
Dest le miln rakşawin
Hezaranin rakşawin
Paş lexodan firmêskiriştin
Be qûlî rwanîme asman
Bo yek wişe legel yezdan
Key disênî toley kurdan?