Aslika Qadir

bihar û yar

By: Aslika Qadir
Dialect: Kurmanji
58
Îşev barî baran e
Xewê rabû aran e
Cemî gurî bihar e
Derva êdî bihar e
Hesreta min ew yar e
Kuro nema bihar e

Bejna yarê çinar e
Rengê suret hezar e
Meşa wî pir kubar e
Jê nûr cemal dibare
Sê roj e yar dilsar e
Xeber nade bê zar e

Bê wî dilî bê çar e
Ez û wî bi keça re
Ew çi yar e çi yar e
Ez kuştim wek neyar e
Wexta neke ne yar e
Bihar xweşe Bihar e