Ayaz Zakhoyi

Newroz

By: Ayaz Zakhoyi
Dialect: Kurmanji
59
Newroz hat û bi gul û rîhan
Cejna me ya li bist û êkê
Ew Newroza bîka ciwan
Agirî hilkin serê rêkê
Yadigar e ji bab û bapîran
Wa şikandî qeyda zincîran
Derkirin rojhilata me
Dê rabin hilkin xetîran

Newroz hat û roja nwî ye
Rengê gulan xemlandî ye
hemî waran dîlan rabî
Cejna aheng û kenî ye
Wan celalan av lê boş e
Seyran li wan milan xoş e
Kar û rewiştê me kurda
Cejna newroz mendehoş e
Kar û rewiştê me milletî
Cejna newroz mendehoş e

Newroz hat û roja mêra
Millet xurî wekî şêra
Rûxandin doşkê/duşkê neyara
Bilind bû ala dilêra
Newrozê hey lê lê newroz
Tu roja mêrêt xodan soz
Dê mînî bişkujekî geş
Bo me kurda cejnek pîroz
Newroz hat û bi gul û rîhan
Cejna me ya li bist û êkê
Ew Newroza bîka ciwan
Agirî hilkin serê rêkê
Yadigar e ji bab û bapîran
Wa şikandî qeyda zincîra
Derkirin rojhilata me
Dê rabin hilkin xetîran