Fata

newroz tê

By: Fata
Dialect: Kurmanji
58
Kulîlkê dara vebûn ser dilê evîndara
Evro şahî û dîlane welatê dost û yara
Koç dikin li zozana li ber avê rûbara
Jiyana boy me xoş dibe bi hatina newrozê
Newroz tê, Newroz tê…
Newroz tê, Newroz tê pîroz be cejna welat
Başûr Bakûr Rojava, ronahî li Rojhilat

Şîn dibin deşt û zozan bi hatina newrozê
Dil xweş bûn gelê şêrîn xêrhatina pîrozê
Agirê newrozê pêxin şahî û dîlanê bigrin
Destê xwe bidin destê hev roja biratîyê çêkin
Newroz tê, Newroz tê…
Newroz tê, Newroz tê pîroz be cejna welat
Başûr Bakûr Rojava, ronahî li Rojhilat

Gulê sor bidin destê xwê pêş hev herin boy biratî
Hemêz kin hemû însana bese dijmin û cudatî
Gazî kin şêrên çiya pîroz bikin cejna wan
Newroz boy gelê cîhan bibe nîşana azadî
Newroz tê, Newroz tê…
Newroz tê, Newroz tê pîroz be cejna welat
Başûr Bakûr Rojava, ronahî li Rojhilat