Ali Zandi

Ax Gulim Gulî Beharim

By: Ali Zandi
Dialect: Sorani
467
Ne xurey awî kanî
Ne bax û nexmekanî
Ne dîmenî beharan
Ne balindey kosaran
Ax gulim gulî beharim
Ey nimûney rojgarim
Ay kiçêkî kurdistanim
Yan cwanêkî kirdigarim

Qurbanit bim çawî çawim
Leser to zoryan lê dawim
Wemzanî xelat kirawim
Ax gulim gulî beharim
Ey nimûney rojgarim
Ay kiçêkî kurdistanim
Yan cwanêkî kirdigarim

Xunçey dilim bê awe
Hanam bo to hênawe
Mawayêke mestim naken
Parawî hestim naken
Diltengim zor xemînim
Peşêwî koçî jînim
Ax gulim gulî beharim
Wey nimûney rojgarim
Ay kiçêkî kurdistanim
Yan cwanêkî kirdigarim

Satê leber şaleket
Der bêne şimşaleket
Le sêberî ew dare
Birwanbe bew cobare
Be sozî cergî biryan
Bilwêrit bêne giryan
Ax gulim gulî beharim
Wey nimûney rojgarim
Ay kiçêkî kurdistanim
Yan cwanêkî kirdigarim

Ezim dilgiranim
Boye mat û weylanim
Xim ximê rabranim
Ev bizane bêqerarim
Ax gulim gulî beharim
Wey nimûney

Saqî em dile tenge
Paraw ke bew ahenge
Ahengî becê hêştin
Nexmey koç û royştin
Belkû be nezmî heyran
Firmêskim bêne seyran
Ax gulim gulî beharim
Wey nimûney rojgarim
Ay kiçêkî kurdistanim
Yan cwanêkî kirdigarim