
Qijî nerimit wekû talî xoretaw
Be ser şan û qolî sipî perş û xaw
Nexmey şîrîn awazî xoş le denga
Wirşey serinc le naw çawêkî menga
Xalîkî kal nexşêkî cwan leser rû
Bejin û balat wirdîle û rêk û helçû
Zerdexeney ew ruwe hî ew lêwe
Firîştey hest hî em dile bizêwe
Way lê eka bête sema û goranî
Bilerzênê telî awazî cwanî
Dirextekey ser kanîyekey baxî çem
Pê’ekenê gelay elên pir be dem
Lebîrmane minal bûyn le naw baxa
Zerdey zeman eyda be piştî daxa
To binware ew kanîye nazdare
Êsteyş wêney herdûkmanî tya dyare