
Elêm birom bo zemînêkî tir
Erom bo zeryayêkî tir
Şarêkî tir
Şarêkî tir bidozmewe leme cwantir
A lêreda herçî kirdim
Hemûy her karî qeder bûm
A lêreda dilim nêjra
Nêjra wekû laşey mirdû
Le naw qedî şewezenga bo gîr bixom
Ke nabînim xeyrî kelawey jyanî xom
Saleha ’umrî temenim wa têperî
Hemû yek be yek le des da
Ne zewîy tir edozyawe, ne zeryay dî
Em şare be dwat egerê
Bo her şwênêkî tir biçî
Heman rêga û ban tey ekey
Witim derom bo zemînêkî tir
Erom bo zeryayêkî tir
Şarêkî tir
Şarêkî tir edozmewe leme cwantir