Shakhawan Halabjayi

Toş Wekû Min

By: Shakhawan Halabjayi
Dialect: Sorani
42
Toş wekû min pêkenînit le giryana becê mawe
Wek nemamî dem reşeba çil û çirot lê şikawe
Dyare ke toş bêdengibûnit hîkayet û romanêke
Efsûngerî tenhayî to wêranbûnî jwanêke

Legel xendeş aw le çawta şepol eda bête der
Wekû masî bo dwanîga ta le goma bête ser
Sêberêkî mandû û şeket be şwên xota ra’ekêşî
Bêguman toş wekû min her talawî xem denoşî
Way debînim ke toş wek min dunyay ’eşqit serabêke
Mestîy ewîn temenkurt û wek mestibûnî şerabêke
Toş wekû min dilit pire le tenhayî û xem û guman
Peşîmanî lew rojaney ke bo kesêkit helwerand
Toş wekû min pêkenînit le giryana becê mawe
Wek nemamî dem reşeba çil û çirot lê şikawe