Afshin Shukiri

xemla xwe girê de

By: Afshin Shukiri
Dialect: Kurmanji
84
Edî min tirs nemaye şev roj qewimîye
Gul pişkivîn ber tava tiberk war xemilîye
Xemla xwe girê de dilê min xew kêr te nayê
Sebra dilê evîndaran bê evîn nayê
Dîsa ez bo te bûme dînê leylayê
Rêya me tim dûr û dirêje çima tu nayê

Tembûra min dinalîne dide pesna te
Bi keser û bi axîne ji bo husna te
Xemla xwe girê de dilê min xew kêr te nayê
Sebra dilê evîndaran bê evîn nayê
Dîsa ez bo te bûme dînê leylayê
Rêya me tim dûr û dirêje çima tu nayê