Mam Ararat

Bendewar

By: Mam Ararat
Dialect: Kurmanji
27
Hêjî dibînim xeyala wê rojê
Tu tê ji hember li min roj hiltê were lê
Sal diçin dibim kal
Navê’m kirin bendewar
Bûm pêkenîn bûme qal
were lê were lê
Ev bêdengiya dijwar
Li ser milê min bûye bar
Min ne denge ne olan were lê
were lê were lê

Xêrnexwaza gotin ew êdî nema tê
Gaziya min gihîşt erşê xwedê
were lê were lê
Dema stêrk lerizîn
Ezman ji nîvî de derizî
Şahî ji me hate dizîn
were lê were lê

Were bila ken were
Were bila reng were
Were bila tav were
Were lê were lê