Biçûkê canê tu hatî cîhanê
Ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê
Biçûkê canê tu hatî cîhanê
Ne ji bo kuştinê, ji bo jiyanê
Zordest û xwînmij nadin mecalê
Şîrîn delalê, nadin mecalê
Dîsa haware şerê dijware
Tev dişewitîne kevir û daran
Dîsa haware dijmin xwînxwar e
Tew dişewitîne kevir û daran
Rojhilata navîn tev kul û birîn
Zarok şewitîn hemû digirîn
Biçûkê canê tu hatî cîhanê
Ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê
Biçûkê canê tu hatî cîhanê
Ne ji bo kuştinê, ji bo jiyanê
Zordest û xwînmij nadin mecalê
Şîrîn delalê, nadin mecalê