Saran Uchar

Rihanê

By: Saran Uchar
Dialect: Kurmanji
301
Dev lêvên te şekirin
Çavê te reş bi kilin
Keziyên teyên dirêj
Min navda winda kirin
Rihanê Rihanê
Ji te tê bêhna adarê
Evîna te dilê min sot
Sebeba hêsirê çavanê

Tu stêra êvaran
Helbesta ser zimanan
Te baskê min şikandî
Bûm pepûka dîwaran
Rihanê Rihanê
Ji te tê bêhna adarê
Evîna te dilê min sot
Sebeba hêsirê çavanê