Aram Tigran

Gelo Ew Kî Bû

By: Aram Tigran
Dialect: Kurmanji
315
Yek daket ji Birca Belek
Horî perî çav belek
Keziyê reş porê xelek
Me hejmekar kir gelek
Gelo bê ka ew kî bû
Nebê yeke Botî bû
Yan yeke Amedî bû
Yan jî ew Serhedî bû
Na wella Batmanî bû

Şox û şeng hat bi naze
Bi evîn û dilxwaz e
Bûye teyreke baz e
Nizanim çi dixwaze
Gelo bê ka ew kî bû
Nebê yeke Botî bû
Yan yeke Amedî bû
Yan jî ew Serhedî bû
Na wella Batmanî bû

Şox û şenga ko min dî
Çav xezala bi kedî
Kofî xwara Serhedî
Kû de çû kes wê nedî
Gelo bê ka ew kî bû
Nebê yeke Botî bû
Yan yeke Amedî bû
Yan jî ew Serhedî bû
Na wella Batmanî bû