Basit Hamagharib

Çawî Pir Xwênim

By: Basit Hamagharib
Dialect: Sorani
1030
Çawî pir xwênim degêrim qîblekem peyda nîye
Nûrî çawim royîwe ya dîdekem bîna nîye?
Wek neyistan awirê berbote derûnim bendbend
Dil ke herwek ney denalê dem be dem bêca nîye
Ey çira lehzêk mudara têr bibînê reng û rût
Werne perwaney xerîb can û dilî perwa nîye
Bo nîsarî meqdemit umrêke degrîm roj û şew
Ta bekey gewherfişanî, çawekem derya nîye?
Çî dekem, degrîm, desûtêm, awirî dil namrêtewe
Çi bikem axir nûrî dîdem, sînekem sîna nîye
Ger hezar car bê be koy zûxal be nûrî kêwî tûr
Ew dile, coyayî yek dîdarî wek Mûsa nîye
Hat û rûy wa kird û dunyay kirde naley aşqan
Da nelên nayê qiyamet, rojî waweyla nîye
Helqe helqe tarî zulfit xiste ser rûy nazenîn
Da nelên roj helqegoşî mahî şewara nîye
Pêkenî memnûnî kirdim, zulfekey damê be dil
Da nelên şekerifroşî ême xoşsewda nîye
Xom beser gêra kutim: qurban perêşanî bese!
Swêndî xward bew zulfe weslim eynî sergerdanîye
Menî nalînim le şewqî gerden û rûy xot meke
Bulbulî subhî behar bêşîn û waweyla nîye
Dil ke bestey zulfe lew lêwane mehrûmî meke
Bêşeker em tûtîye najî ke hêndustanîye
Ga be naz, gahê be xemze memde ber tîxî birot
Kuştinî aşiq be hîç dînêkî qurban ça nîye
Ba firîbî min neda waîz be gulzarî îrem
aşqî rûy to be hewyay cinet almiruy nîye
Ger hemû alem bilên: Mecnûne, ta demrim delêm:
Herdû dunya qîmetî dîdarî yek Leyla nîye
Dad le dest husnit ke zulfit nabê bê naley dlan
Arê arê daîrey şahane bêxewxa nîye
Çit le weslî zulfî min? Fermû Wefayî ha demim
Talîbî eyşî ebed be, umrî dunya fanîye
Sed hezar dil pêkenî wek gul bedem badî beheşt
Ya henasey canfezay gulzarî xewsî sanîye?
Canşînî hezretî xup alixlayq qutbî heq
Ferî taha eslî yasîn newberî geylanîye
Rewşenî çaw û qulûbî arîfe eksî dlî
Kêwî tûre, mezherî nûre, klî subhanîye
Pêy leser şanî hemû welyane ceddî xoy delê
Cêy leser çawane şah û şanşînî sanîye