Khaje Hardam

Kevokek Birîndar

By: Khaje Hardam
Dialect: Kurmanji
91
Kevokek brîndar, te bêsebep vekir dar
Evîna dil kevnar, ketîye çavê te neyar
Rastî kir dîn û har, te heq û mafê we xwar
Feleka xayîn te dil kirîye jar û hejar
Ewê ruwê reş kî ne felek
Derîyê hesin bişkîne felek
Baskê kevok azad ke felek
Dilê kevok neşkîne felek

Para me êş û xwîn, ketîye janek dilbirîn
Tev hestir li çava, ma ne bese şîn qêrîn
Jîyanek bi rûmet, dixwaze her canşêrîn
Feleka bêbext te, jîyan kirîye tev girîn
Ewê ruwê reş kî ne felek
Derîyê hesin bişkîne felek
Baskê kevok azad ke felek
Dilê kevok neşkîne felek