Bahjat Yahya

Eger Bimirim

By: Bahjat Yahya
Dialect: Kurmanji
52
Eger bimrim dîsa(n) rabim
Ji dîdara te têr nabim
Eger jînî eger janî
Tu xoşîya dil û canî

Agir barî li evîndara
Çi hat serê birîndara
Dîtin gelek teng û tarî
Ji rêça te nebûn varî
Kê dîtîye an zanîye
Malxwê malê biyanî ye

Xemla revê bûrî nema
Ka sêran û keyf û sema
Ne dûrin ew ji daxazê
Dibin gorî te gulnazê
Kê dîtîye an zanîye
Malxwê malê biyanî ye

Eger bimrim dîsa(n) rabim
Ji dîdara te têr nabim
Eger jînî eger janî
Tu xoşîya dil û canî
Gotin: Sebrî Botanî