Shivan Parwar

Were Gulê

By: Shivan Parwar
Album: Çentis Du Kurdistan
Dialect: Kurmanji
26
Baran barî Gulê Gulê tene tene
Vana rêçên were Gulê min û te ne
De bilezin Gulê Gulê zû bimeşe
Rojên giran were Gulê li benda me ye

Baran barî Gulê Gulê hûr hûr lê kir
Gul û sosin were Gulê rengê xwekir
Çiya û zozan Gulê Gulê tev xemilîn
Kanî û rûbar were Gulê tevda derkir

Baran barî Gulê Gulê her der xweş kir
Dar û zevî were Gulê tevda geş kir
Tu ciwan e Gulê Gulê pir delale
Dilê fêsad Gulê Gulê te pir reş kir

Tu ciwane Gulê Gulê pir bedewe
Dilê nerindan Gulê tevda reş kir