Barfin Aktay

Te Ez Kal Kirim

By: Barfin Aktay
Dialect: Kurmanji
55
Te ez kal kirim bi ciwanî
Lê ez xort bûm tu baş zanî
Pelê dara min tev weşyan
Buhar çû te payîz anî

Hêviyam nema di jînê da
Bêkes mame vê dinê da
Gula dilê min çilmisî
Qe şîn nabe ji îro pê da
Te ez kal kirim bi ciwanî
Lê ez xort bûm tu baş zanî
Pelê dara min tev weşyan
Buhar çû te payîz anî

Birîn kûre debar nabe
Bi dermanan rehet nabe
Heyfa min tê li wê heyfê
Ku li mirinê çare nabe
Te ez kal kirim bi ciwanî
Lê ez xort bûm tu baş zanî
Pelê dara min tev weşyan
Buhar çû te payîz anî