Aram Tigran

Te Ez Kal Kirim

By: Aram Tigran
Dialect: Kurmanji
53
Te ez kal kirim bi ciwanî
Lê ez xort bûm tu baş zanî
Pelê dara min te weşand
Bihar çû, te payîz anî

Hêviya min nema di jînê da
Bêkes mame vê dinê da
Gula dilê min çilmisî
Qet şîn nabe ji îro pêda

Birîn kûre cebar nabe
Bi dermanan rihet nabe
Heyfa min tê li wê heyfê
Ku li mirinê çare nabe

Hêviya min nema di jînê da
Bêkes mame vê dinê da
Gula dilê min çilmisî
Qet şîn nabe ji îro pêda
Te ez kal kirim bi ciwanî
Lê ez xort bûm tu baş zanî
Pelê dara min te weşand
Bihar çû, te payîz anî