Kawa Fathi

Mey Birşin

By: Kawa Fathi
Dialect: Kalhori
43
Saqîyê qemgusarê min
Mey birşin mey birşin
Eray dilê xumarê min
Hey birşin hey birşin
Mey birşin mey birşin

Çarey î dilê mine
Î birşin birşine
Karê to new çe keyde min
Hey to peyapey birşin
Hesretê min eray meye
Hesretê dil dengê neye
Herke qemî eray xweye
Mey we dengê ney birşin

Hem qemê dil feraheme
Hem qemê min demademe
Kase çe keyde î qeme
We keylegey rey birşin
Mey birşin mey birşin
Ta meyê qem kesî nexwey
Pey nyeweyde qedrê xwey
M zanim î meye çe key
Mey birşin mey birşin
Bî mey ziney eray min
Dî her herame saqî
Derdê min derdê ’işqe û
Her ye dewame saqî
Zanim k her gupêgî heştad zerbe dîrê
Hed emrê heqe bî hed mestî herame saqî
Wey rasî û mesîme dîme m herçî dîme
Hergiz nyegirim min des wey merame saqî
Saqîyê qemgusarê min
Mey birşin mey birşin
Eray dilê xumarê min
Hey birşin hey birşin
Mey birşin mey birşin
Honrawe: keyu qesrî