Shivan Parwar

em dixwazin ala xwe hildin

By: Shivan Parwar
Dialect: Kurmanji
24
Min divê her tim bilind be
Ala rengîn kesk û zer
Hem xweşî hem ceng û rûmet
Tê hildanê sor û gewr

Dûr nêzîk ezê te hildim
Tu yî xemla banê min
Ger dibê derman mirin be
Bo te gorî canê min

Dêrsim û Sason û Pijder
Bo te xwînê dirêjin
Her çi Kurd in her çi xort in
Bo te lawjan dibêjin

Sê salan bi te kêfxweş bûn
Agirî, Zîlan, Tendurek
Li pêş rona te bûne ax
Leşkerên Rom leq bi leq