Muhammad Mamle

Sert Helêne 1

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
442
Cêy nabêtewe dû yar be yek dil
Qet dûdil nabê însanî aqil

Serit helêne rû le gerdûn ke
Temaşay bilêsey pîre derûn ke

Gunahî xome ke wa kesasim
Em bê qedrîye her xom denasm
Serit helêne rû le gerdûn ke
Temaşay bilêsey pîre derûn ke

Pêm gut ey senem min uzirxahim
Bibexşe be min curm û gunahim
Serit helêne rû le gerdûn ke
Temaşay bilêsey pîre derûn ke

Le kirdewey xom zor peşîmanim
Serim şêwawe çaw be giryanim
Serit helêne rû le gerdûn ke
Temaşay bilêsey pîre derûn ke

Delê min boye şîrîne nawim
Be galte zor kes kewtote dawim
Serit helêne rû le gerdûn ke
Temaşay bilêsey pîre derûn ke

Espekem zîn ken rû le sehra kem
Dermanî derdim belkû peyda kem
Serit helêne rû le gerdûn ke
Temaşay bilêsey pîre derûn ke