Baytocan

Agir Ketiye Dilê Min

By: Baytocan
Dialect: Kurmanji
1068
Agir ketiye dilê min
Xew nakeve çavê min
Çima tu ji min dûr ketî
Bêje ronîya çavê min
Rinda min, gewra min
Çend sal e li hêviya te me
Wele çend sal e li benda te me

Ev çi ax û nalîn e
Dil şewitî berf bîne
Tu bixatirê xwedê kî
Nebêjî evya dîn e
Rinda min, gewra min
Çend sal e li hêvya te me
Wele çend sal e li benda te me