Shakhawan Halabjayi

Çawan

By: Shakhawan Halabjayi
Album: Name
Dialect: Sorani
617
Ew çawe çawî bazin xumar û pir le nazin
Ta be lencey zor benaz şîrînin awatxiwazin
Ay dey dey gyan dey dey min tom ewê
Kolwane sûr tom ewê
Min ew yarem xoş ewê xêlî xome û ewm ewê
Leser bejnî barîkî sêdarem bo danrabê

Çawit estêrey geşe bo lêm dekey hereşe
Kifrêkim lê wesil bû be çawî cwan bimbexşe
Ay dey dey gyan dey dey min tom ewê
Çaroke sûr tom ewê
Min ew yarem xoş ewê xêlî xome û ewm ewê
Leser bejnî barîkî sêdarem bo danrabê

Çawit estêrey şewê kulimit denûkî kewê
Baskitim bo bike be serîn mergim pêş mergit kewê
Ay dey dey gyan dey dey min tom ewê
Kolwane sûr tom ewê
Min ew yarem xoş ewê fêrî tawle û hobe bê
Leser bejnî barîkî sêdarem bo danrabê

Ew çawe çawî bazin xumar û pir le nazin
Ta be lencey zor benaz şîrînin awatxiwazin
Ay dey dey gyan dey dey min tom ewê
Kolwane sûr tom ewê
Min ew yarem xoş ewê xêlî xome û ewm ewê
Leser bejnî barîkî sêdarem bo danrabê