Karim Kaban

Qet Nedey Azarî Gyanî Mest û Bêdaranî Şew

By: Karim Kaban
Dialect: Sorani
1268
Qet nedey azarî giyanî mest û bêdaranî şew
Xot nexeyte ber şepolî eşkî bê payanî şew
Ey kiçî xwawendî ciwanî û ey çiray dîwanî şew
Xot biparêze le ahî dil birîndaranî şew
Nek xwa nakerde gîra bê duay nalanî şew

Wêlim û tarîke dewrim ferşî rêgem meynete
Bêkesim tenha enalim mergî xomim ezrete
Sazî ahengî şewanem sozî cergî let lete
Yawer û yarî enîsim ah û eşkî hesrete
Aferîn hey barekela dîdeyî giryanî şew

Wa nezanî destî xem yadit le dilda der eka
Eşkî xwênînim delîle bo kesê bawer neka
Giyanekem bew tîşkî çawey şer legel exter eka
Dil ebête qetreye xwên û le dîdem ser eka
Herke rabûrê be dilma sohbetî caranî şew

Hewlî zorim da le dawî zolfî ew bê mirwete
Derçim û dwayî bihênim bem ezab û meynete
Pêy witim bê sûde hewlêk takû mawî cêgete
Taze lem pêç û xemî zolfe necatit zehemete
Lay sexî teben mehale roxsetî mîwanî şew