Basit Hamagharib

Behar Bû Feslî Zistanim (Çarenûsî Şaîr)

By: Basit Hamagharib
Dialect: Sorani
1001
Behar bû feslî zistanim eger yarim legel baye
Diroye ger gutûyane be xunçêkî behar naye
Le baranê mepirse ta hewir bigrê berî rojê
Debê bigrîm heta rûy to le jêr çarşêwî reşdaye
Henasem ladeda rûbend û çarşêwî reşit axir
Hewir herçende pir bê kwa herîfî qudretî baye?
Le jêr sayey biroketda hukmiranî deka çawit
Le sayey dûxî şimşêre ke hakim hukmî îcraye
Leser befrê bekar naye weku bîstûme dawî reş
Leser kulmet edî bo dilgire ew biske tataye?
Huner natwanê ciwanî to be hîç şêwêkî binwênê
Le mermer çon detaşrê heykelî em bejn û balaye?
Be rîşî bozewe sucdey debem min bo cemalî to
Edî boçî deyangut dar ke pîr bû taze danaye?
Bizet nayete ser lêw û bezeyît naye be halimda
Egerçî zor le mêjsale le dût dexşêm wekû saye
Dezanî boçî min hênde perêşan û xefetbarim
Le bazarî jiyan xeyrî huner nîme çi sermaye
Betû tûş tûşî mekteb bo dehatim min ke zanîbam
Xefet, meynet, keser, hesret, beşî însanî zanaye
Legel çarereşî û dûrebeşî û negbet debê helkem
Lemêje çarnûsî şaîranî kurdî her waye