Mazhar Khaliqi

Bazî Bêryan

By: Mazhar Khaliqi
Dialect: Sorani
451
Bazî bêryan dûre deste eman eman
Bêrî dên deste be deste
Rêgey beheşte ew rêye eman eman
Radebirin dil deben be xemzey çawan
Be birjang kun deken cerg û henawan

Bazî bêryan çir û kêwe eman eman
Bêrî dên gwareyan zêwe
Teşî derêsin berêwe eman eman
Radebirin dil deben be xemzey çawan
Be birjan kun deken cerg û henawan

Bazî bêryan dûre dêye eman eman
Bêrî dên şîr meşkiyan pêye
Herçî radebirêt çaw meste eman eman
Radebirin dil deben be xemzey çawan
Be birjang kun deken cerg û henawan