Najmadin Ghulami

Nemrdm Min Eger Emcare Bê To

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
367
Nemirdim min eger emcare bê to
Neçim şerte heta em xware bê to
Derûnim xalîye wek ney denalim
Hewarêkî çi pir haware bê to

Qesem bew şerbetî dîdarî pakit
Şerabim eynî jehrî mare bê to
Le kin to xar û xes gulzare bê min
Le lay min xermenî gul xare bê to

Bînayîm kwêre helnaye be rûy kes
Mujem yek yek elêy bizmare bê to
Le lay min ba wicûdî nas û ecnas
Kesî têda nîye em şare bê to

Hemû rojê le taw hîcranî emsal
Temenay mirdinî pêrare bê to
Heta tom aşina bûy, aşinam bûn
Emêsta mû be mûm exyare bê to