Najmadin Ghulami

Subihdem Hengamî Gul

By: Najmadin Ghulami
Dialect: Sorani
388
Dil le hesret xemzekey dû nergisî pir xewtewe
Wek xemî zulfit ezîzim çû be rûda kewtewe
Tiflî dil çunkê girûy qendî lebî toy girtuwe
Dwêşewê taku beyanî hedadanî nebû nesrewtewe
Dil le we kewtûte zîndanî xemit qurbantim
Tayekî zulfit binêre belkû bom derbêtewe

Subhdem hengamî gul sozey nesîmî enberîn
Çende xoşe bade wergirtin le to ey naznîn
Çende xoşe uşretî penhan nîgarit rûberû
Mutrîb û saqî le layêk xunçedem yek meh cebîn
Subhdem hengamî gul sozey nesîmî enberîn
Çende xoşe bade wergirtin le to ey naznîn

Geh semayî berbet û saz û surahî le’lî nab
Ga le baxî teletî yaran gulî xunçe çinîn
Subhdem hengamî gul sozey nesîmî enberîn
Çende xoşe bade wergirtin le to ey naznîn

Xozge be dwênê şewê wa dû bedû buyin emin û yar
Ta seherman eyş û uşret bû mezah û pêkenîn
Subhdem hengamî gul sozey nesîmî enberîn
Çende xoşe bade wergirtin le to ey naznîn

Dem bedem sa’d le gerdin lêw le ser lêw rû berû
Dest leser sîne xerîkî gulçinîn û bey guşîn
Subhdem hengamî gul sozey nesîmî enberîn
Çende xoşe bade wergirtin le to ey naznîn

Geh le baxî sîneda seyrî dû narincim dekird
Ga le gulzarî cemalîda temaşay yasemîn