Muhammad Mamle

Naley Cudayî

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
349
Gwêm deye ey dîde mestî qîtû qoz
Ta binalênim wekû bilwêr besoz

Nabê qet naley cudayî bê eser
Ca çi ney bîka çi pyawî derbeder

Boye nalem têkelî ney kirduwe
Şîwenêkim pêye ney neykirduwe

Lêm gerê ba derbirim sozî derûn
Lêm gerê ba helwerênim eşkî rûn/sûr

Xemrewênêk lêre min nakem bedî
Çon pena bo mey nebem, saqî! edî!?

Nabînim xakû wilatû şarî xom
Nabînim nasyawû dostû yarî xom

Rû leher laye dekem namoye bom
Nabînim cêjwanî kon lanî xom
Şew dekêşim şewnxûnîw bê xewî
Roj deçêjim derdû daxî bê ewî