Min elêm:
Pepûleyek firî be balî sewzû sûrewe
Min elêm:
Gulê be dem şiney şemalewe bizey bizût
To elêy:
Çi bû pepûleyek firî
Ya ne sûregul, zerde kewte lêwî naskî
Min elêm:
Heta hetaye dewrî cwanîye
Emro ger hetaw kesîreye nemawe agir
û girî
Mêrgî asman be sûtmanî hewrî lokeyî nezok
Pir le xalû qopene
Xoşewîstekem
Le pencerey nîwetakî bûmelêlewe
Çawî min le dîmenî kiçî beyanîye
Le hencerey zemanewe
Gwêm le zemzemey zulalî xîze wirdekanî kanîye
Bew demet ke bonî sed beharî lêwe dê
Bonî deştî bextyarî baweşî çya, bedestî ba
Be gul çinawî, lêwe dê
Bonî ser sekoy be kaglî, be awpijawî, lêwe dê
Pêm melê ke dakewm
Pêm melê ke alî zalî şew, çawî bêxewî çire
Pêm melê nehatnewe ewey ke çûn
Megrî bo xesarî bê geranewe
Rêgeman dûrû sextû qaqre
Xoşewîstekem
Honrawe: #sware_’îlxanîzade