Goran Înzîbat

Bilwêrî Şwan

Bi dengê: Goran Înzîbat
Diyalekt: Soranî
208
Nîweşewe dinya xamoş dête gwêm ahengêkî xoş
Ahengêkî gyan perwere şadî hêne xefetbere
Ahengêkî dilnewaze tare yolone ya saze
Na na ahengî bilwêre ca were gwêy bo radêre

Hezar xorgem be xot şwane ke bew mangeşewe cwane
Danîştûy le rijdû heldêr qamkan debzêwî le bilwêr
Degel tebî’et hawdemî şadî, be keyfî, bê xemî
Axaş be noker nagrî wek min le daxa namrî

Were şwane hemû şewê nîweşewê katî xewê
Lew kêwû deştû zenwêre têy tûrêne lew bilwêre
Nîweşewe dinya xamoş dête gwêm ahengêkî xoş