Mihemed Mamlê

Bilwêrî Şwan

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
379
Nîweşewe dinya xamoş dête gwêm ahengêkî xoş
Ahengêkî gyan perwere şadî hêne xefetbere
Ahengêkî dilnewaze tare yolone ya saze
Na na ahengî bilwêre ca were gwêy bo radêre

Hezar xozgem be xot şwane ke bew mangeşewe cwane
Danîştûy leser awheldêr qamkan debzêwî le bilwêr
Axaş be noker nagrî wek min le daxa namrî
Degel tebî’et hawdemî şadî, be keyfî, bê xemî

Toxda şwane hemû şewê lay nîweşew katî xewê
Lew şaxû kêwû zenwêre têy tûrêne lew bilwêre
Leser tiropkî ew kêwe qamkan le bilwêr bibzêwe
Ba kêweke deng datewe şa’îrîş xew bîbatewe