Rewa Cemal

Nemrdm Min Eger Emcare Bê Tu û Qurbanî Wefatim

Bi dengê: Rewa Cemal
Diyalekt: Soranî
270
Nemirdim min eger em care bê to
Neçim şerit bê heta ew xware bê to

Bînayîm kwêre helnayê be rûy kes
Mujem yek yek elêy bizmare bê to

Lekin to xarû xes gulzare bê min
Le lay min xermenî gul xare bê to

Le lay min ba wicûdî nasû ecnas
Kesîkey tya nîye em şare bê to

Hemû rojê le taw hîcranî emsal
Temennay mirdinî pêrare bê to

Ew sîlsîle wa muşkî xeta nawî birawe
Pirpêçû şiken, xem be xemû helqe kirawe
Bêrewe gule gyan aramî dilû gyan
Boçî becêt hêştûm werewe bo cêjwan
Qurbanî wefatim ta mawe heyatim
Qurbanî wefatim her xom be tematim

Yan hewrî syatare ke manî’ le hetawe
Yan dûkelî cestey mine bew şem’e sûtawe
Bêrewe gule gyan aramî dilû gyan
Boçî becêt hêştûm werewe bo cêjwan
Qurbanî wefatim ta mawe heyatim
Qurbanî wefatim her xom be tematim

Lew laye be ew lawe ke bem lawe kişawe
Yan yasemenî xawe be rûy roje ruwawe
Bêrewe gule gyan aramî dilû gyan
Boçî becêt hêştûm werewe bo cêjwan
Qurbanî wefatim ta mawe heyatim
Qurbanî wefatim her xom be tematim