Perwîn Moşîrwezîrî

Nemrdm Min Eger Emcare Bê To

Bi dengê: Perwîn Moşîrwezîrî
Diyalekt: Soranî
435
Nemirdim min eger em care bê to
Neçim şerit bê heta em xware bê to
Derûnim xalîye wek ney denalê
Hewarêkî çi pir haware bê to
Bînayîm kwêre helnayê be rûy kes
Mujem yek yek delêy bizmare bê to
Hemû azarî nalînim denalê
Serapam mîslî mosîqare bê to
Qesem bew şerbetî dîdarî pakit
Şerabim ’eynî jehrî mare bê to
Le kin to xarû xes gulzare bê min
Le kin min xermenî gul xare bê to
Le kin min ba wicûdî nasû ecnas
Kesî têda nîye em şare bê to
Heta tom aşna bûy aşnam bûn
Emêsta mû be mûm exyare bê to
Hemû rojê le taw hîcranî emsal
Temennay mirdinî pêrare bê to
Le hesret serwî qeddit çawî nalî
Dû coge belkû dû rûbare bê to