Nemirdim min eger em care bê toNeçim şerit bê heta em xware bê toBînayîm kwêre helnayê be rûy kesMujem yek yek elêy bizmare bê toQesem bew şerbetî dîdarî pakitŞerabim ’eynî jehrî mare bê toLe kin to xarû xes gulzare bê minLe lay min xermenî gul xare bê toLe lay min ba wicûdî nasû ecnasKesîkey tya nîye em şare bê toHeta tom aşna bûy aşnam bûnEmêsta mû be mûm exyare bê toHemû rojê le taw hîcranî emsalTemennay mirdinî pêrare bê toLe hesret serwî qeddit çawî nalîDû coge belkû dû rûbare bê toHonrawe: #nalî