Erê be tiwêy areqçîn wa royî û be cêyhêştim
Zulfî dana çîn be çîn bêm maçî kem neyhêştim
Erê be tiwêy desmalê her derwa û be cêm dêlê
Dil xulamî wirdexalî le xerîbîm be cê dêlê
Dil xulamî wirdexalî dêm maçîkem namhêlê
Erê be tiwêy ketanî wa royî û be cêy hêştim
Dil xulamî çawî ciwanî şerabî mergî pê çêştim
Hatim maçî bikem ney hêştim
Roy be toy tas kulawî wa royî û be cêm dêlê
Dil xulamî cûtê çawî le xerîbîm be cê dêlê
Ey wey dêm maçî bikem namhêlê
Çawekem emro le gulşen gul be îşwe xoy niwand
Nek nimekgîr bim be çawî to qesem hîç nemdwand
Gul be tozî patewe laf û gezafî lê deda
Wa şukur sozey nesîm hat û ewîşî lê stand