Hesen Kakayî

Êwarey Payîz

Bi dengê: Hesen Kakayî
Diyalekt: Soranî
353
Le asoyekî dûre dest awabû zerdey payzî
Detgut bûkêkî bê naze perde cê dêlê be zîzî
Pele hewrêkî çilkine girtî sûçêkî asman
Gelay zerdî darêk werî ziryan birdî berew neman
Şepolêk mosîqay besoz hatû raburd be bin gwêmda
Şwênêkî bo xoy kirdewe le naxî dilî twê twêmda

Hewa bûlêle, aw lêle gul sîs buwe, gela zerde
Tenanet rengî gorawe em dîwarû darû berde

Temaşay her şwênê dekem rengî payzî girtuwe
Cwanî xoy lê şardûmewe dizêwî rîzî girtuwe

Aram aram beloje loj ewa berew mal bûmewe
Ne kes le pêşmida derwa ne kes dyare bedûmewe

Na na narom, meley dekem lenêw deryay mendî xeyal
Dahêzawû rûgirj, tûre dil pir tase, mêşk betal
Ax, dîsan rûperêk dira le roj ejmêrî temenim
Ax, dîsan şew dahatewe min herwa dûre wetenim

Ax, dîsan çûme jêr balî reşî şewgarî tenyayî
Ax, debê ewcar biçêjim jehrawî talî cudayî

Xo debê rabwêrim le dîwêkî sardû sirda
Degel azar destemlan bim ta beyan le nwênî şirda

Derom, detirsim, delerzim le pelamarî motey şew
Dad le des ew diley be xem way le çing ew çawey bê xew

Dûr qaqayekim gwê lê bû detgut gullem pêwe denê
Çon be êwarey payzîş î wa heye pê dekenê

Xeyalim bibû be wişe nemzanî kes bedwamewe
Dengêkî lerzokû nerim bespayî cwabî damewe:
Witî henû yekcar zorin bazirganî firmêskû xwên
Belê henû pê dekenin be ser be heş, be mil be kwên
Belê henû pê dekenin be min, be to, be hezaran
Be daxî bawik kujrawan be henîskî hetîwbaran