Hêmin Mukriyanî

Êwarey Payîz

Bi dengê: Hêmin Mukriyanî
Diyalekt: Soranî
894
Le asoyekî dûredest awabû zerdey payzî
Detgut bûkêkî bê naze perde cê dêlê be zîzî
Pelehewrêkî çilkine girtî sûçêkî asman
Gelay zerdî darêk werî ziryan birdî berew neman
Cûtêk kotrî ser beklawe helkurmawin le swaneyek
Dyare lew dewruberane pêyan şik dê hêlaneyek
Pasarîy ser darî kolan fire û cîkeyan lê bira
Qel firî... firî... ta win bû her rûreşîy xoy pê bira
Şepolêk mosîqay besoz hat û raburd be bin gwêmda
Şwênêkî bo xoy kirdewe le naxî dilî twê twêmda
Axir kolî bo birde jûr barberêkî dirêjî rût
Derkî dûkanî gale da mam hacî yu berew mal bizût
Nazdarêkî çarşêwbeser be tenîştimda têperî
Be xar hat û tund qîjandî rûteleyek be bedferî
Kemêk rawesta ca raburd ew lawey caddey depêwa
Dyarbû xêsêkî dabûye ew şoxe lebin çarşêwa
Kîjêk xoy le jûr kutawe derkey hewşekey pêweda
Îtir şwênewarî cwanî bedî nakem lem nêweda
Ta tarîkan peyda debê çol û çoltir debê cade
Ne dête der kîjî lebar ne radebrê lawî sade
Hewa bûlêle, aw lêle gul sîs buwe, gela zerde
Tenanet rengî gorawe em dîwar û dar û berde
Temaşay her şitê dekem rengî payzî girtuwe
Cwanî xoy lê şardûmewe dizêwî rîzî girtuwe
Çawim le asman birî dilim hêndey dîke gîra
Gelêk bîrewerîy konim lepir hatnewe be bîra
Aram aram be loje loj ewa berew mal bûmewe
Ne kes le pêşmida derwa ne kes dyare bedûmewe
Na na narom, meley dekem lenêw deryay mendî xeyal
Dahêzaw û rûgirj, tûre dil pir tase, mêşk betal
Ax, dîsan rûperêk dira le roj’ejmêrî temenim
Ax, dîsan şew dahatewe min herwa dûre wetenim
Ax, dîsan çûme jêr balî reşî şewgarî tenyayî
Ax, debê dîsan biçêjim jehrawî talî cudayî
Ax, dîsan debê rabwêrim le jûrêkî sard û sirda
Degel azar destemlan bim ta beyan le nwênî şirda
Derom, detirsim, delerzim le pelamarî motey şew
Dad le des em diley be xem way le des em çawey bê xew
Derom ta ser pêkewenêm degel zam û derd û êşim
Derom ta şewêkî payz min şewnxûnî bikêşim
Dûr qaqayekim gwê lê bû detgut gullem pêwe denê
Çon be êwarey payzîş î wa heye pê bikenê
Xeyalim bibû be wişe nemzanî kes bedwamewe
Dengêkî lerzok û nerim be espayî cwabî damewe:
Belê hen û yekcar zorin bazirganî firmêsk û xwên
Belê hen û pê dekenin be ser be heş, be mil be kwên
Belê hen û pê dekenin be min, be to, be hezaran
Be daxî bawkikujrawan be henîskî hetîwbaran
Be nezanî, be nexoşî, be tarîkan, be şewezeng
Be zincîr, be tenaf, be dar be girtûxaney ter û teng
Be bokurûz be çiredûkel be halaw, be gir, be agir
Be tem, be mij, be hure, be dok be tofanî wilatdagir
Be bûmelerze, reşeba be sûtman û zyan û zer
Be herçî xirap û şûme be gişt deskirdî xway şer
Be nale, be kul, be giryan be sîngikutan, be rûrnîn
Be bergî reş, be çawî sûr be gorxane, be korî şîn
Be kelawe, be kundebû be dîwarî heres hênaw
Be dawênî tîtol tîtol be anîşkî pînekiraw
Be nûke nûkî bêwejin be hane hanî manduwan
Be zîre zîrî mindalan be nûzey nîwe zînduwan
Be nere nerî celladan be qirme qirmî şest tîran
Be wîre wîrî qemçîyan be eşkencey rûnakbîran
Be çilkî yexey kirêkar be kefî ser şanî cûtêr
Be peçe û rûbend, be xencer be yek nebûnî mê û nêr
Be qelemî bezîwî kul be zimanî lebnida biraw
Be derkî daxrawî fêrge be kitêb û defterî diraw
Le qamûsî ewaneda bezeyî manay nemawe
Bêzyan le bize heldestê wazyan le xwên û zûxawe
Her dilopî xwênî lawê bo wan yaqûtêkî sûre
Her tikey firmêskî kîjê bo wan mirwarîy bermûre
Henasey sardî awaran koşkî ewan germ deka
Leşî req û zigî birsî cê parûyan nerim deka
Sermayey wan legerda bê, ba zor derk bequr gîrê
Dolar le birew nekewê ba kolewar bê dapîrê
Deba xwên bê û seran berê çerxî kargeyan bigerê
Pê dekenin, pê dekenin be bilêsey agirî şerê
Gutim: ke wa bû, aşna beşî ême lenêw çûne
Gutî na, na, dûr binware...
Dûr binware... aso rûne...