Mihemed Mamlê

Gewherê Wey Gewherê 2

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
290
Hasil baye miradim le qyametê natirsim lêm yeqîne azadim
Çendim renc legel kêşa gyane wek ferhad renc be badim
Meger yarî qedîm bê gyane ewcar bê le firyadim
Gewherê wey gewherê perwanem le dway xêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane ca bilê le dway çi wêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane hey bilê le dway çi wêlî

Dek dil rencero bî giriftarî ewîne
Girdenşînî kirdûm le naw xanûy berdîne
Le dinya kîj be dilî xot lêre her be kirîne
Malî dinya şik nabem gyan pêy bikirim ew nermîne
Gewherê wey gewherê perwanem le dway xêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane ey bilê le dway çi wêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane ca bilê le dway çi wêlî

Nemamî bextekey min salî salan wa nebû
Êstaş nemamî cwanîm gelayêkî şîn nebû
Be dway leylada wêlim gyane mang le min qet nwê bû
Be çawîşim razîme bibîbînim bom têr nebû
Gewherê wey gewherê perwanem le dway xêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane ey bilê le dway çi wêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane ey bilê le dway çi wêlî

Derom deçme kin yarê belkû mizgênîm datê
Delên karwanî şadî le rêdaye degatê
Reşbelekêk saz dekem gyane le kilkey berdetatê
Payendazî radexem gyane hetakû bûk degatê
Gewherê wey gewherê perwanem le dway xêlî
Kes nîye le min bipirsê gyane ey bilê le dway çi wêlî
Kes nîye le min bipirsê gyan ey bilê le dway çi wêlî