Fwad Yare

Gewherê û Meqamî Çawekant Dû Kitêbin

Bi dengê: Fwad Yare
Diyalekt: Soranî
403
Wekû kwêstanî bêstûn dayme serim beteme
Te’icb le yar demênim heyat derheq min meylî keme
Yarim îcazem bida ey wey maç kem ew lêwû deme

Wekû kwêstanî bêstûn ewa serim xalxale
Le çerxî dawî gerdûn hawar dilim deka sikale
’aşiqî bejnû balay bûm hawar xwên şîrînû çawî kale

Meqam
Hey role çawekanit dû kitêbin role basî rengî gul deken
Çawekanit role dû xerîbin rû le malî dil deken
Hey role çawekanit dû nîşanen role qet be çaw lêk nadrên
Çawekanit role cûtê xuşkin qet le yek nakirên
Hey role çawekanit cûtê kotirin role wan beser gwêy banewe
Çawekanit role dû şehîdin wan be rêy seywanewe

Xo min kwêstanî lend nîm bênim kargû kemaye
Seyrû sefaye saz kem ey wey lebo çawî leylaye
Leweta ew jinem dîwe hawar qet kesim webîr naye
Gewherê malim gewherê sîngit hewzî kewserê
Legel yar qewlman bestuwe behar biçîne kanîye qemterê
Awrit le min berdawe hawar xwênit mijîm esmerê