Nasir Rezazî Necmedîn Xulamî

Berhelbêne - Nasir Rezazî û Necme Xulamî

Bi dengê: Nasir Rezazî û Necmedîn Xulamî
Diyalekt: Soranî
359
Goranî
Yarim le herkiwêyêke xwa agadarî bê
Şemal hat be gale gal xeberî yarmî pê bê
Ew agir
ey le minî berda yarebî lewîş berbê
Dena lêyde berhelbêne erê lêyde berhelbêne

Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maçim bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne dena lêyde berhelbêne

Meqam
Dwêşew ke be naz kirdûte ser ban
Bew mangeşewda seru lêm şêwan
Axir nemdîbû hetakû dwênê şew
Dû mang bidrewşên le yek asman

Goranî
Xalê leser singîye le hîçkes me’lûm nîye
Girdû minewerû cwane nîw lîrey pehlewîye
Malyan le goşey sablax le kin tîrî berqîye
Qesem dexom bew qur’ane cwanê be wêney nîye
Dena lêyde berhelbêne erê lêyde berhelbêne

Berhelbênew berhelbêne
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maçim bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne dena lêyde berhelbêne

Meqam
Camî saqî mezrengêne bo maçê dilim meşkêne
Toxwa saqî pêkê ba bê mezey pêkîş maçî yar bê

Goranî
Deçme serî sultanî şemûyêk nayêmewe
Dest le kêlan werdegirim colaney degirmewe
Bextî xomû çawciwanê be taqî dekemewe
Erê lêyde berhelbêne dîsan lêyde berhelbêne

Berhelbênew berhelbêne
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maçim bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne dena lêyde berhelbêne