Le baxan ah û nalîn dê delîn şay gulan royî
Le meyxane seday şîn dê delên pîrî muxan royî
Delêy dewrî felek seyrî qemer mîzanî gorawe
Ke wa gul zerd û sunbul têk çû rengî erxewan royî
Leber çawî cîhanbînim cyan tarîk bû nemzanî
Ne nûrî çawekanim çû ne xurşîdî cîhan royî
Melên bulbul menalêne ke wa gul gulşenî çol kird
Dil aramî nema qurban ke aramî dilan royî
Serher mestane hat bulbul be şadî bo tewafî gul
Ke dî bax bêgule dax bû be sed nale û fuxan royî
Behar hat xunçe pişkût dengî bulbul sû be sû royî
Debê halî çi bê bulbul behar zor pê neçû royî
Be naley dil şîfam nayê dirêx bo merhemî cergim
Le zengî karwan çibkem delîlî karwan royî
Qyamet bo dilan hesta ke çawî mestî wergêra
Meger azurde buwe saqî le bezmî meykeşan royî
Çi şîn û ro û çi haware le nêw helqey murîdanda
Meger xwacey semerqendî le nêw sahêb dilan royî
Xirabû xaneqa bê şêx û şewqî talîban sed heyf
Çemen wêran bû nexmey bulbulan çû baxeban royî
Le naley bulbul û qumrî wefayî boye her degrî
Gulêkî seru balam bû be taracî xezan royî
Honrawe: wefayî