Heme Ceza

Sêdare

Bi dengê: Heme Ceza
Diyalekt: Soranî
546
Bira dûrû xizim dûrû kesim dûr
Be nabeled temen emba berew jûr
Belam rûne berew sêdare çûne
Xeney xwênim lepê egrê alay sûr

Berew jûrî berew jûrî sêdare
Mandûy kirdûmû şwênekem şêdare
Ke nîşaney peşêwî pêwe şêwem
Ewe birînî eşkenceyew cê dare

Gerçî berew dwamalî jîn berêwem
Yekem malî mirdinim dyare lêwem
Beşim çunke mirdinî naw cê nîye
Şadim ke ta dwa henaseş bepêwem
Mergî awa nagormewe be sed jîn
Jînê serim bo dujmin bê be perjîn
Serberzîye ke pêlawim ebînim
Beser serî dujminewe le berzîm

Nelên emrêw le tirsî merg peşêwe
Pêşmerge bim her ekewme pêş êwe
Be mergî pêş mergî êwe asûdem
Rûşim zerdey pêkenînî herpêwe

Eger lêrewe nemtiwanîbê bicengim
Lewê be dest hawrêyêkewe tifengim
Eger lêre be cê mabim le karwan
Lewê le pêş karwanewe pêşengim