Goran Înzîbat

Le Baxan Ah û Nalîn Dê

Bi dengê: Goran Înzîbat
Diyalekt: Soranî
262
Le baxan ahû nalîn dê delên şay naw gulan royî
Le meyxane seday şîn dê elên pîrî muxan royî
Çi şînû row çi haware le naw helqey murîdana
Dilêkî sadew sawa bû be taracî xezan royî
Demêk saqî demit bêne dexîlî çawekanit bim
Imca bê destî min bigre fîday pîrî muxanit bim
Le dû la mestû heyranim be quwey cezbe nazanim
Ne sergerdî serû gerdin ne qurbanî lebanit bim
Ne sergerdî serû gerdin ne heyranî lebanit bim

Gyane dilim bo zulfû rûy canane egrî
Minale bo gulû reyhane degrî
Çira emşew ke wa firmêsk erêjê
Yeqîn her bo minî perwane degrî
Gyane deka şabaşî deryayî dîdem
Ke çeşnî gewherî yekdane degrî
Xezalî min eger rojê nebînêt
Byaban qur epêwêw lane degrî
Kewan ebro kewaye be tîrî xemze ta key
Le cergî minî bêgunah nîşane degrî

Sefa dûre le însanî mezlûmû ’aşqû şa’îr
Beşî her şînû zûxawe derûnî germe wek awir
Le baxan ahû nalîn dê delên şay naw gulan royî
Le meyxane seday şîn dê elên pîrî muxan royî