Mihemed Mamlê

Mû Napsênim (Cwanê Gyan)

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
258
Emin demgut le dinya ta bimênim
Leber kes esteme ser danwênim
Keçî êstê le dawî biskî toda
Giriftarim gulim mû napsênim
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çi qisey çakit bo nekirdim

Jyanim pir le rencû namradî
Be helkewtîş nehatim tûşî şadî
Dilim hênd tenge her cêy to debêw bes
Etoş mehkûmî hepsî înfiradî
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çi qisey çakit bo nekirdim

Qerar bû bêy legel xot şadî bênî
Nehatî, gerçî pêt dabûm belênî
Le nêw kurda nebû peyman şikandin
Le kwê fêr bûy gulim peyman şikênî?
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çi qisey çakit bo nekirdim

Bêqebahet ger hewaley tîrî mujganim deka
Men’î nakem xoşe firyadim be xoşxiwanim deka
Ger be tîrî ’îşwe cergim pare ka gahê be naz
Malî awa bê be xendey lêwî derbanim eka
Min şikatî dilperêşanim le gîswî kirduwe
Ew hewaley mehkemey zulfî perêşanim eka

Egerçî royî qet naçî le yadim
Dekem yadit, beyadî towe şadim
Ke barget bo hewar têk na gulî min
Şika estûndekî tawlî miradim
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çi qisey çakit bo nekirdim