Nasir Rezazî

Mû Napsênim (ciwanê giyan) 3

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
353
Emin demgut le dinya ta bimênim
Leber kes esteme ser danwênim
Keçî êstê le dawî biskî toda
Giriftarim gulim mû napsênim

Qerar bû bêy legel xot şadî bênî
Nehatî, gerçî pêt dabûm belênî
Le nêw kurda nebû peyman şikandin
Le kê fêr bûy gulim peyman şikênî?

Le derdû xemî mêhnet gelê lem jîne bêzarim
Gelê lem hale bêzarim
Le derdû mêhnetî fîrqet gelê lem hale bêzarim
Gelê lem jîne bêzarim
Eger ’efûm nekey gelî dil be’azarim
Serim bibre goş be goş
Leser em rêye bimnêre bimnêje bimnêje
Be xwaw be pêxember heqit be deste
To gewrey xom xulamim bê dîn xom xulamim

Jyanim pir le rencew namradî
Be helkewtîş nehatim tûşî şadî
Dilim hênd tenge her cêy to debêw bes
Etoş mehkûmî hepsî înfiradî

Şewane hawinşînî camî badem
Be bade ba pejarew xem be ba dem
Ke destî rojgar bay da serî min
Serî şûşey şerab wa çake badem