Ednan Kerîm

Mû Napsênim (Cwanê Gyan)

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
249
Emin demgut le dinya ta bimênim
Leber kes esteme ser danwênim
Keçî êsta le dawî biskî toda
Giriftarim gulim mû napsênim
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çon qisey çakit bo nekirdim

Jyanim pir le rencew namradî
Be helkewtîş nehatim tûşî şadî
Dilim hênd tenge her cêy to debêw bes
Etoş mehkûmî hepsî înfîradî
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çon qisey çakit bo nekirdim

Qerar bû bêy legel xot şadî bênî
Nehatî, gerçî pêt dabûm belênî
Le naw kurda nebû peyman şikandin
Le kwê fêr bûy gulim peyman şikênî?
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çon qisey çakit bo nekirdim

Egerçî royî qet naçî le yadim
Dekem yadit, beyadî towe şadim
Ke barget bo hewar têk na gulî min
Şika estûndekî tawlî miradim
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bêt be pirdim
Çon qisey çakit bo nekirdim