Sebrî êjê min şû nakem
Kirasî kurdî le ber nakem
Leber xatir ew dû birakem
Aman aman lew sebrîye
Kuştûmî agay lêm nîye
Demêke min le xurbetdam xerîbî behrî hîrmanim
Be bê gul xunçey demîda muqîmî kuncî hîcranim
Aman sebrî dîdem sebrî
Be sertapa çen be mekirî
Qedrî xerîban nagrî
Ew çawaney helyan dênî
Be kilew derman deyrazênî
Bendî cergim to epsênî
Boç lêm zîzî namdiwênî
Gyanim sebrî rohim sebrî
Be serta da desrey hewrî
Sed maşela çend be mekirî
Temaşay bulbulî dil ken be naheq xo nesûtawe
Delên emro le min dûr bû gulî newres negorawe
Gulekem ro dilekem ro be carê malî wêranim